Koalîsyona Navneteweyî dest bi veguhestina alavên leşkerî ji Şedadiyê ber bi Rimelanê ve kir

Dîroka Weşanê :
Koalîsyona Navneteweyî dest bi veguhestina alavên leşkerî ji Şedadiyê ber bi Rimelanê ve kir

PeyamaKurd – Hêzên Koalîsyona Navneteweyî dest bi operasyoneke berfireh a lojîstîkî kirin da ku alav û amûrên xwe ji baregeha Şedadiyê ya li başûrê Hesekê veguhêzin baregeha Xirab el-Cir a li devera Rimelanê.

Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê, qonaxa yekem a vê veguhestinê, duh, Pêncşemê dest pê kiriye û tê payîn ku ev pêvajo nêzîkî “deh rojan” bidome.

Hate destnîşankirin ku ev liv û tevger bi hevahengiya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tê meşandin.

Çavkaniyan tekez kir ku ev pêngav nayê wateya “vekişîneke tavilê”, ji ber ku hêzên Amerîkî dê li baregeha Şedadiyê bimînin heta ku hemû alav werin veguhastin.

Her wiha nûçeyên derbarê vekişîna ji baregeha Rimelanê jî wekî “ne rast” hatin binavkirin. Ev her du baregeh ji bo şerê li dijî şaneyên DAIŞê li herêmê xwedî giringiyeke stratejîk in.