PeyamaKurd- Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Kîrîl Dmîtrîev, ragihand ku wî bi karbidestên Amerîkayê re îhtimala pevguherîneke nû ya girtiyan gotûbêj kiriye.
Dmîtrîev ji malpera nûçeyan Axios re gotiye: "Min bi karbidestên DYA'yê re û hin kesên ji tîma Serokê DYA'yê Donald Trump re, hin mijarên mirovî mîna pevguherîna muhtemel a girtiyan ku Amerîka jî li ser dixebite, gotûbêj kirin."
Çavkaniyeke nêzîkî mijarê diyar kir ku Dmîtrîev ev pevguhertina girtiyan bi Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Rojhilata Navîn Steve Wîtkoff û rayedarên din ên rêveberiyê re gengeşe kiriye.
Berpirsekî din ê Amerîkî jî destnîşan kiriye ku gotûbêj erênî derbas bûne, lê hêj peymanek nehatiye çêkirin. Li gorî nûçeyê, li girtîgehên Rûsyayê herî kêm 8 hemwelatiyên Amerîkî hene.