PeyamaKurd – Seroka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Annalena Baerbockê derbarê krîza mirovî ya li Helebê daxuyaniyek da û diyar kir ku raporên derbarê êrîşên li ser Kurdan "pir nîgeran" in.
Baerbockê eşkere kir ku ji ber şer û êrîşên grûpên çekdar ên li herêmê, zêdetirî 100,000 Kurd ji cih û warên xwe bûne.
Baerbockê tekez kir ku mafên mirovan gerdûnî ne û nayên dabeşkirin; loma divê rêveberiya nû ya li Şamê (Ehmed Şera) berpirsiyariya parastina hemû kêmneteweyan, bi taybetî Kurdan, bigire ser xwe.
NYyê daxwaza avakirina mekanîzmayeke çavdêriyê ya serbixwe kir da ku rastiya li ser erdê derkeve holê û berpirsên êrîşan hesab bidin.