Osmaniye: Otobus û kamyon li hev qelibîn; 6 mirî, 11 birîndar

Dîroka Weşanê :
Osmaniye: Otobus û kamyon li hev qelibîn; 6 mirî, 11 birîndar

PeyamaKurd – Li ser rêya Edene-Dîlokê, li nêzîkî navçeya Bahçeyê ya Osmaniyeyê qezayeke giran a trafîkê rû da.

Di encama lihevketina otobuseke rêwiyan û kamyonekê de, bîlançoyeke giran derkete holê.

Bûyer îro (6ê Kanûna Pêşîn) dora saet 05:00ê sibê, li nêzîkî Tunela Ayran qewimî. Otobuseke rêwiyan û kamyoneke barhelgir bi dijwarî li hev dan.
Tîmên tenduristiyê demildest gihiştin cihê bûyerê. Hat ragihandin ku di qezayê de “şeş kes mirin û 11 kes birîndar bûn”. Birîndar bo nexweşxaneyên Osmaniyeyê hatin veguhastin.

Ji ber qezayê, riya ber bi Dîlokê ve “ji bo demekê ji hatûçûnê re hat daxistin” û trafîk bi awayekî kontrolkirî hat meşandin.