PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, li ser şerê berdewam ê li Ukraynayê got, "Em dixwazin şerê ku Rojava Ukraynayê bi kar tîne da ku li dijî me bike rawestînin."
Vladîmîr Pûtîn di çarçoveya serdana xwe ya Hindistanê de hevpeyvînek da çapemeniya Hindistanê.
Pûtîn bal kişand ser hewldanên dawî yên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê û got, "Guman nakim ku Trump dixwaze ev şer zû biqede, her çend ji ber sedemên mirovî be jî. Ji ber ku wî gelek caran diyar kiriye ku divê qurbanî kêm bibin."
Pûtîn destnîşan kir ku sedemek din a hewldanên Trump ji bo bidawîkirina şer aborî ye û got, "Sedemên aborî jî hene. Ev dikare enerjî û warên din jî di nav xwe de bigire. Gelek war hene ku ji nû ve avakirina têkiliyên aborî di navbera DYA û Rûsyayê de mimkun e, û ev ê ji bo her du welatan sûdmend be."
Putin bi îdiaya ku welatên Rojavayî Ukraynayê ber bi şerekî li dijî wan ve birine û biryarên Rûsyayê yên derbarê Kirim û herêmên Donbasê de li ser vê bingehê hatine dayîn, got, "Wekî Rûsya, em dixwazin vî şerê ku Rojava Ukraynayê bi kar tîne da ku li dijî me bike rawestînin."
Herwiha bi îdiaya ku Ukrayna ji bo wan gef e, Putin got, "Her welatek, tevî Ukraynayê, mafê wê heye ku rêbazên xwe yên parastinê hilbijêre û ewlehiya xwe misoger bike. Em vî mafê Ukraynayê înkar nakin. Lêbelê, heke ev li dijî Rûsyayê were kirin nayê qebûlkirin. Ukrayna bawer dike ku tevlîbûna NATOyê sûdê dide wê. Lê em dibêjin ku ew ewlehiya me tehdît dike. Werin em rêyekê bibînin ku ewlehiya Ukraynayê bêyî ku me tehdît bike misoger bikin."