Yerlikaya: Di operasyonên DAISê de li 33 parêzgehan 233 gumanbar hatin girtin

Dîroka Weşanê :
Yerlikaya: Di operasyonên DAISê de li 33 parêzgehan 233 gumanbar hatin girtin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê Alî Yerlikaya ragihand ku di operasyonên du hefteyên borî de li 33 parêzgehan de ku li dijî rêxistina terorîst DAIŞê hatine kirin, 233 gumanbar hatine girtin.

Wezîrê Karên Hundir Yerlikaya di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de agahî li ser operasyonên li dijî gumanbarên ku berê di nav rêxistina terorîst DAIŞê de xebitîbûn û fînansekirina rêxistinê peyda kiribûn, da.

Yerlikaya diyar kir ku operasyon ji hêla Şaxên Dijî Terorê yên Daîreyên Polîsan ên Parêzgehan ve hatine kirin. Wî destnîşan kir ku operasyonên du hefteyên dawî li 33 parêzgehên: Adana, Semsûr, Agirî, Amasya, Enqere, Antalya, Bîlecîk, Bîngol, Bursa, Çankiri, Çorum, Diyarbekir, Elezîz, Eskîşehir, Dîlok, Hatay, Katemir, Stenbol, Mereş, Kocaelî, Konya, Kutahya, Manîsa, Mêrsîn, Mûgla, Sakarya, Samsûn, Riha, Uşak, Wan û Yozgatê pêk hat.

Yalkaya ragihand ku di operasyonan da 233 şikbar hatin desteserkirin. Herwiha got: 51 ji tohmetbarên ku bo dezgehên dadwerî hatine şandin, hatine desteserkirin, 24 kes jî ketine bin kontrola dadwerî û yên mayî jî heta niha jî lêpirsîn li wan tê kirin.