Pakistanê êrîseke asmanî li ser Afganistanê da destpêkirin!

Dîroka Weşanê :
Pakistanê êrîseke asmanî li ser Afganistanê da destpêkirin!

PeyamaKurd - Di êrîşeke asmanî ya artêşa Pakistanê de li parêzgeha Xostê ya Afganistanê herî kêm neh zarok û jinek hatin kuştin. Tirsa ji zêdebûna hejmara mirinan zêde ye.

Talîbanê ragihand ku êrîşê li navçeya Gurbuz a Xostê dora nîvê şevê xaniyek sivîl hedef girtiye.

Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd diyar kir ku êrîş li dora nîvê şevê bi dema herêmî pêk hatiye û xaniyê hedefgirtî bi tevahî hatiye hilweşandin. Li gorî Mucahîd, êrîşê li avahiyek sivîl a bi navê Wilayet Xan xistiye, pênc kur, çar keç û jinek kuştine.

Di heman daxuyaniyê de herwiha hat ragihandin ku Pakistanê li parêzgehên Kunar û Paktîkayê êrîşên bi vî rengî pêk anîne, çar sivîl li van deveran birîndar kirine.

Li gorî ajansên navneteweyî, artêş û wezareta derve ya Pakistanê derbarê êrîşê de tu daxuyaniyek fermî nedaye.