PeyamaKurd – Di ser de 12 roj derbas bû ku Kurdê bi navê Muhammed Raşidzade wendaye û jê ti agahî nîne. Reşîdzade ji xelkê bajarê Banêye û dema li Banê hêzên asayîşa Îranê ew digrin, ew dibin navenda îstîxbarata bajarê Urmiyê û 12 roje di bin çavde ye.
Piştî hatiye desteserkirin heya niha, kesekî an malbata wî an parêzerekî di derbarê rewşa wî de tiştekî nizane û agahî nestendine.
Hengaw ragihand ku çend cara malbata wî lê pirsiye lê ti agahî nedane malbatê.
Reşîdzadeh, di 12ê Mijdara 2025an de roja Çarşemê li ser rêya Pîranşehr û Mahabadê dema seyahat dikir bi Mustafa Qewsî re hatiye girtin. Her dû jî niha girtîne û ew birine navenda îstîxbarata Urmiyê.