Li Meletiyê jina wendabûyî bi mirîtî dîtin

Dîroka Weşanê :
Li Meletiyê jina wendabûyî bi mirîtî dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Darende di derenge şevê de jina bi navê Zeynep Zeynep Turgut (74) wenda bû. Li ser ku agahî jê nestendin, mirovên wê xeberê dan cendirmeyan

Li ser gilîkirinê, cendirme û AFAD çûn ciyê bûyerê. Tevî şetên hewayê xweş nîn bûn jî lêgerîna wê dewam kirin û cesedê wê 1,5 km dûrî mala wê dîtin.

Tîmên tenduristiyê destnîşan kirin ku ji ber sermayê qerisiye û can daye. Cesedê wê birin tib a edlî ya bajêr. Lêpirsîna mirina wê dewam dike.