Trump: Em gelek nêzî peymana astiya Rûsya-Ûkrayna ne

Dîroka Weşanê :
Trump: Em gelek nêzî peymana astiya Rûsya-Ûkrayna ne

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump di merasima Roja Şukranê de ragihand ku ew gelek nêzî peymana aştiya Rûsya û Ûkrayna ne. Trump di merasimê de her weha behsa veberhênanên enerjî û otomotîvê yên Amerîkayê kir û balê kişand ser pêşdeçûnên erênî. Trump got:

“Em salek berê welatekî mirî bûn. Qralê Erebistanê 4 meh berê bo min weha gotibû; ‘DYA salek berê welatekî mirî bû. Niha hun welatekî herî balkêşin.’ Hêj nebûye salekî 18 trilyon veberhênan tê.”

Trump, behsa îstîhdamê kir û got ku xebatkarên me zêde bûne, xelk bêhtir îbadetê dike, dêr paş de tên û dîn dadgere Amerîkayê. Trump weha dewam kir:

“Sînorên me yên Başûr di bin ewlehiyê de ne. Di 9 mehan de min 8 şeran qedand. Şerê dawiyê li ber bidawî bûnê ye. Ne rihete lê weka dê bibe. Di şerê navbera Rûsya û Ûkrayna de di meha dawiyê de 25 hezar leşker mirin. Ez difikirim ku em nêzî peymnekîne. Em ê bibînin…”