PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, li bajarokê Davosê yê Swîsreyê ku Foruma Aborî ya Cîhanê birêve diçe, li gel nûnerên 19 welatan peymana damezrandina "Desteya Aştiyê" îmze kir, ku ev deste dê bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çareserkirina nakokiyên navneteweyî bixebite.
Yekem biryara desteyê li ser Xezeyê ye
Di merasîma îmzekirinê de, piştî serokên Behreyn û Fasê, Trump cara yekem îmzeya fermî avêt û Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt ragihand ku Desteya Aştiyê êdî wekî rêxistineke navneteweyî bi fermî hatiye naskirin. Herwiha Trump piştî peymanê, li gorî biryara 2803 ya Encumena Ewlekariyê ya NYyê, biryara yekem a ku ferman û desthilatdariya desteyê ya li ser Xezeyê saz dike, îmze kir.
21 welat beşdar bûn
Di vê civîna girîng de Tirkiye ji aliyê Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan ve hate temsîlkirin û serokên gelek welatan mîna Arjantin, Azerbaycan, Ermenistan û Qeterê jî peyman îmze kirin. Qesra Spî lîsteya 21 welatên beşdar eşkere kir, lê hate dîtin ku endamên daîmî yên Encumena Ewlekariyê hîn tevlî vê desteyê nebûne; Rûsyayê ragihand ku ew li ser pêşniyarê lêkolîn dikin, Fransayê daxwaz red kir û Brîtanyayê jî diyar kir ku ew di vê qonaxê de beşdar nabin.
Tevî ku nîqaşên li ser wê yekê ku gelo ev deste dê bibe alternatîfa Neteweyên Yekbûyî berdewam dikin, Trump destnîşan kir ku ew ê bi NYyê re di nav koordînasyonê de bixebitin.