Mesrûr Barzanî: Me li Davosê êrîşên nerewa û rastiya Rojavayê Kurdistanê gihand Cîhanê

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî: Me li Davosê êrîşên nerewa û rastiya Rojavayê Kurdistanê gihand Cîhanê

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê civîneke rojnamevanî li dar xist û tê de diyar kir ku wan bi rêya Forûma Davosê kariye rastiyên Rojavayê Kurdistanê û êrîşên li ser wan bigihînin Cîhanê.

Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 22yê Çileyê li Davosê got: “Li Davosê çend mijar hebûn ku em li ser wan biaxivin. A yekê, divê em têkiliyên bazirganî bi welat û şîrketên cîhanê re baştir bikin û zêdetir deriyan ji bo veberhênanê li Herêma Kurdistanê vekin.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Rewşa Rojavayê Kurdistanê jî mijareke hevdîtinên me bû. Me bal kişand ser bidestxistina piştgiriya navneteweyî ji bo bidawîkirina şer û rawestandina êrîşên nerewa yên li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê. Me ev mijar bi rengekê cidî bi serkirdeyên cîhanê re nîqaş kir û ez hêvî dikim ku encam hebe û tenahî li deverê peyda bibe.”

Serokwezîr Barzanî got: “Me karî di civînên xwe de li Davosê rewşa Rojavayê Kurdistanê berçav bikin û ji aliyekî din bizavên cidî bikin ji bo avakirina aştiyê û bidawîkirina şer. Ez hêvî dikim ku ew tirs di nav xelkê de nemîne û aştî bê bicihanîn. Her çend em ji bo mijarên aborî hatine Davosê jî, lê rewşa Rojavayê Kurdistanê û rawestandina şer li wê deverê bûye mijara sereke ya nîqaş û hevdîtinên me bi serokên û serkirdetên cîhanê re.”

Herwiha bal kişand ser hevdîtina Mezlûm Ebdî û Tom Barrack û diyar kir: “Îro li Hewlêrê di navbera Mezlûm Ebdî û Tom Barrack de civînek hatiye kirin. Tiştê ku ez dizanim ev e ku, her du alî hema bibêje gihîştine wê lihevkirinê ku agirbesta li Rojava berdewam be. Derfetek bê dan ku, ew bigihîjin hevfêmkirineke dualî da ku aştî û tenahî peyda bibe. Ez hêvî dikim ku şer careka din dernekeve.”

Mesrûr Barzanî ragihand: “Tu kesek bi şer û aloziyan re nîne. Her kesê ku me pê re hevdîtin kir digot ku, divê şer zû bi dawî bibe. Ya girîng niha ew e ku, divê agirbest berdewam bike da ku ew zexta derûnî li ser gelê Kurdistanê nemîne.”