Putin: Em û Hindistan bi hevre rê diçin û bi hevre mezin dibin

Dîroka Weşanê :
Putin: Em û Hindistan bi hevre rê diçin û bi hevre mezin dibin

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Putin di seredana xwe ya bo Hindistanê de balê kişand ser têkiliyên navbera Rûsya û Hindistanê û dîroka wê ya kûr û li ser projeyên di pêşde daxwuyanî da. Di resepsiyona ku bo Putin dan de Putin got:

“Ez dizanim li Hindistanê weha tê gotin; ‘Em bi hevre rê diçin û bi hevre mezin dibin.’ Ev gotin riha têkiliyên Hindistanê û Rûsyayê, exlaq û adetên me gelek baş dide der.”

Putin ragihand ku pisporên Sovyetê di şekildayîna Hindistanê de roleka mezin leyîstine, bo refaha Hindistanê meşandinên ku di seha endusrtiyê, enerjiyê û tesîsên bingehîn û bernameyên fezayî de, di pêşxistina wan de, hevkariya her dû dewletan girîng nirxand.