YEyê 130 milyon Avro ceza da X a Elon Musk

Dîroka Weşanê :
YEyê 130 milyon Avro ceza da X a Elon Musk

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê 120 milyon Avro ceza da palatforma Xê ku Elon Musk xwediyê wê ye. Sedem jî got ku Bikaranîna ‘şaşkirina tik a Şîn’ û kêmbûna zelaliyê nîşan da.

Biryar di çarçova Qanûna Xizmetên Dîjîtal (DSA) de hat dayîn û ev ceza herî mezine ku heya niha YE daye şîrketekî teknolojik ya mezin.

Biryara YEyê, ket wexta ku di navbera Washingtonê û Brukselê de li ser şîrketên teknolojiyê yên Amerîka munaqeşe tên kirin.

Rayedarên DYAyê dibêjin ku YEyê cudatiyê dixe navbera şîrketên teknolojiyê yên Ewrûpa û Amerîkayê. Lê YE dibêje ku cezayê Xê bi temamî li ser zelaliyê ye.

Komîsyona Ewrûpayê bi navê berê Twitter ku niha X û xwediyê wê Elon Musk e, piştî Musk platformê sitend, kiryara ku sererastkirina nasnamê naxwaze xist dewrê û her kî pere bide, rozeta şîn ya ku daye herkesî weka sîstemekî ku tevliheviyê çêdike hat ravekirin.