PeyamaKurd- Rêberê rûhanî yê Durziyan ê li Îsraîlê Şêx Muwafiq Tarîf, piştî bûyerên xwînî yên meha Tîrmehê yên parêzgeha Siwêda ya li başûrê Sûriyeyê, bang li Amerîkayê kir û got, erkê Washingtonê ye kêmneteweyên li Sûriyeyê biparêze û ji bo Durziyan misogeriya ewlehiyê û mafê çarenivîsê dabîn bike.
Şêx Muwafiq Tarîf ku di çarçoveya hevdîtinên Neteweyên Yekbûyî (NY) de li Cenevreyê ye, ji Reutersê re axivî û diyar kir, ji bo dabînkirina ewlehiya civaka Durziyan a li Sûriyeyê divê Amerîka bikeve tevgerê.
Tarîf da zanîn ku piştgiriya Amerîkayê wê destwerdaneke muhtemel a Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê jî ji holê rake û got, "Em ji hêza mezin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Serok Trump hêvî dikin ku mafên hemû kêmneteweyên li Sûriyeyê misoger bikin û rê li ber komkujiyên nû bigirin."