PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî wê serdaneke fermî li Çînê bike.
Rêveberiya Medyayê ya Wezareta Karên Derve û Koçberan di daxuyaniyekê de ji bo çapemeniya Sûriyeyê ragihand ku Wezîrê Derve Esed Hesen Şeybanî wê îro serdana xwe ya fermî ya yekem li Çînê bike.
Li gorî agahiyan Şeybanî wê rêze hevdîtinan bi rayedarên Çînî re bike.