Nêçîrvan Barzanî pêswaziya balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê kir

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî pêswaziya balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê Îrfan Sidîq kir.

Li gorî daxuyaniyek ji aliyê Serokatiyê ve hat weşandin, di hevdîtinê de asta têkiliyên Brîtanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hat pesinandin.

Herdu aliyan tekezî li ser daxwaza xwe ya ji bo xurtkirina têkiliyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş di hemû waran de kirin.

Serkeftina hilbijartinên parlamentoya Iraqê wekî gaveke girîng di berfirehkirina demokrasiyê ya welêt û pêşveçûna pêvajoya siyasî de hat wesifandin.

Di vê çarçoveyê de, tê gotin ku aliyan hêvî û nêrînên xwe yên di derbarê avakirina hikûmeta federal a pêşerojê ya Iraqê de anîn ziman.

Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û çend mijarên din ên girîng ên berjewendiya hevbeş jî di nav mijarên rojeva civînê de bûn.