PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Irfan Siddiq re civiya da ku rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên parlemanî binirxîne.
Serokwezîr Barzanî roja Yekşemê, 16ê Mijdara 2025an (îro) bi Balyozê Brîtanya li Iraqê Irfan Siddiq re civiya.
Di civînê de, ku rewşa giştî ya piştî hilbijartinên parlemanî li Iraqê hate nîqaşkirin, Irfan Siddiq ji ber serkeftina hilbijartinan pîrozbahî li Serokwezîr kir.
Irfan Siddiq hêviya xwe anî ziman ku encamên hilbijartinên parlemanî yên 11ê Mijdarê wê li Iraqê bibin sedema aştî û aramiyê û rewşa xizmetguzariyên giştî baştir bike.
Serokwezîr Barzanî tekez kir ku tiştê girîng ji bo Herêma Kurdistanê rojev û bernameya Hikûmeta nû ya Iraqê, pabendbûna wê bi destûr û peymanan, û çareserkirina bingehîn a pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de ye.
Di civînê de, ku li ser girîngiya lezandina avakirina kabîneya nû li hev kirin, Serokwezîr tekez kir ku piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê rewşek nû ji bo avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê derketiye holê.