Sibiga: Ukrayna astîyeke rastîn bi Rûsyayê re dixwaze

Dîroka Weşanê :
Sibiga: Ukrayna astîyeke rastîn bi Rûsyayê re dixwaze

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Ukraynayê Andriy Sibiga, ji Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê re got, Ukrayna aştiyeke rastîn bi Rûsyayê dixwaze.

Berî civîna kabîneya salane ya rêxistinê Sibiga got: “Em hîn jî navên kesên ku li Munihê ya Almanyayê xiyanet li nifşên pêşerojê kirine bi bîr tînin. Divê ev yek careke din çênebe. Divê di rêgezan de tawîz neyê dayîn û em hewceyê aştiyeke rastîn in”

Sibiga spasiya Amerîkayê ji bo hewldanên wê yên parastina aştiyê kir û soz da ku Ukrayna dê “her derfeteke mimkun bikar bîne da ku vî şerî biqedîne.”

Sibiga got: “Ewropayê di demên berê de gelek peymanên aştiyê yên neheq îmze kirine. Hemû jî bûne sedema karesatên nû.”

Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê ku ji 57 dewletên endam pêk tê, di dema Şerê Sar de wekî forumeke sereke ji bo diyaloga Rojhilat-Rojava derketibû holê. Di salên dawî de rêxistin neçalak e. Rûsya astengî li pêşiya pêkanîna biryarên girîng kiriye û rêxistin bi wê yekê tawanbar kiriye ku di bin kontrola welatên Rojava de ye.