PHeyamaKurd- Konfederasyona Revenda Kurdistanî ragihand ku Koma Dostaniya Kurd û Kanadayê li Parlamentoya Federal a Kanadayê hatiye çalak kirin û dest bi xebatên xwe dike.
Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî Şîfa Barzanî da zanîn, aktîfkirina vê komê wekî destkeftiyeke girîng ji bo xurtkirina pêgeha Kurdan li navendên biryardanê yên Kanadayê tê dîtin.
Di qonaxa nû de, Tom Kmiec wekî serokê nû yê Koma Dostaniya Kurd û Kanadayê hat hilbijartin. Tom Kmiec wekî dostekî dilsoz ê doza Kurd tê naskirin. Ew cihê Ziyad Ebulteyf digire ku berê serokatiya vê grubê dikir û roleke berçav di avakirina pira pêwendiyan de hebû.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî tekez kir ku ew ê ji nêz ve ligel vê komê kar bikin, da ku rola Kurdan li Kanadayê çalaktir bikin.
Hat diyarkirin ku biryar bû beşek ji endamên vê komê meha borî beşdarî Foruma MEPSê li Duhokê bibûna, lê ji ber mijûlbûna Parlamentoya Kanadayê bi gotûbêjên hestiyar ên budçeya sala 2026an, serdana wan pêk nehatibû.
Ev kom di sala 2016an de hatibû damezrandin û di destpêkê de zêdetirî 20 parlamenter tê de endam bûn.