PeyamaKurd – Rojnameya New York Times (NYT) di raporeke berfireh de eşkere kir ku sîstemên parastina hewayî yên Venezûelayê, ku ji Rûsyayê hatine kirîn, di dema operasyona Amerîkayê de nehatine aktîfkirin.
Li gorî raporê, helîkopterên Amerîkî bêyî ku ji aliyê radaran ve werin tesbîtkirin ketine qada hewayî ya welêt.
Sedemên sereke yên vê şikestinê wekî gendelî, kêmasiyên lojîstîkî û bandora dorpêçên aborî têne nîşandan.
Her wiha tê îdîakirin ku Rûsyayê ji bo ku bi Washingtonê re rûbirû neyê, bi zanebûn hiştiye ku ev amûr xirab bibin. Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth li ser mijarê bi tinazî axivî û got ku sîstemên Rûsî ne bi bandor bûn.