PeyamaKurd – Tora Rojnamevanên Kurd, wekî bertekeke li dijî êrîş û binpêkirinên mafên mirovan ên li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê, biryarek dîrokî da.
Torê ragihand ku ji 12ê Çileya 2026an pê ve, wan peyva "Sûriye" ji navê xwe rakiriye û êdî dê bi navê "Tora Rojnamevanên Kurd" xebatên xwe bimeşînin.
Di daxuyaniya torê de hat diyarkirin ku ev biryar ji bo redkirina sûcên li dijî gelê Kurd û wekî helwêsteke exlaqî hatî dayîn. Torê bi tundî ew dezgehên medyayê û rêxistinên civaka sivîl rexne kirin ku li hemberî komkujiyan bêdeng mane an jî rastiyan vedişêrin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew ê li ser prensîbên serxwebûn û bêalîbûnê, belgekirina binpêkirinan bidomînin.