Stenbol dibe mazûvana mizakereyên nukleerî yên di navbera DYA û Îranê de

Dîroka Weşanê :
Stenbol dibe mazûvana mizakereyên nukleerî yên di navbera DYA û Îranê de

PeyamaKurd – Amerîka û Îranê li ser destpêkirina xuleke nû ya “danûstandinên nukleerî” li hev kir. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatine girtin, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî dê roja Înê, 6ê Sibatê, li Stenbolê bicivin.

Ev hevdîtin di demekê de pêk tê ku Donald Trump hişyarî daye ku heger peymanek çênebe, dê “encamên xirab” bi xwe re bîne.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan ragihand ku wî talîmat daye wezîrê xwe da ku li ser bingeha “rûmet, hişyarî û guncawbûnê” tevbigere. 

Pizişkiyan tekez kir ku ev mizakere dê tenê “di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de” û li dûrî gefan werin meşandin.

Her wiha hat diyarkirin ku nûnerên Qeter, Erebistana Siûdî, Misir û Îmaratê jî dê li Stenbolê amade bin daku “civînên dualî û sêalî” li dar bixin û piştgiriya pêvajoyê bikin.