Li Çinarê cenazeyê jina ku 13 roj bûn winda bû di çem de hat dîtin

Dîroka Weşanê :
Li Çinarê cenazeyê jina ku 13 roj bûn winda bû di çem de hat dîtin

PeyamaKurd – Jina bi navê Nimet Kiliç (45) ku li navçeya Çinarê ya Diyarbekirê beriya 13 rojan winda bûbû, îro bi mirî hat dîtin.

Kiliça ku dayika du zarokan bû, di 21ê Rêbendanê de ji mala xwe ya li gundê Qûbacixê (Kubacık) derketibû û piştî wê agahî jê nehatibû wergirtin.

Ji bo dîtina wê, operasyonek bi beşdariya “303 personelên ji AFAD, cenderme û tîmên DÜAKê” hatibû destpêkirin.

Di xebatên ku bi alîkariya 9 dron, kûçikên şopîner û tîmên binavavê yên cendermeyan (SAK) dihatin meşandin, îro cenazeyê wê di nav çem de hat dîtin.

Tîmên rizgarkirinê piştî derxistina cenazeyê, ew ji bo “otopsî û diyarkirina sedema rastîn a mirinê” veguhastin Saziya Tiba Edlî ya Diyarbekirê. Heya niha lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.