PeyamaKurd- Saziya Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiya Gumrika Guangzhouyê ya Çînê, toreke mezin a tawanan ku xwîna jinên ducanî bi awayekî neyasayî dişand derveyî welat, hilweşand.
Di operasyona ku 23 parêzgehan li xwe digirt de, hat tespîtkirin ku zêdetirî 100 hezar nimûneyên xwînê bi qaçaxî hatine firotin û ji vê yekê nêzî 4,26 mîlyon dolar qezenca neheq hatiye bidestxistin.
Tawankaran bi navê "diyarkirina zayenda korpeyê" û "lêkolîna nexweşiyên genetîk" bi rêya medyaya civakî jinên ducanî dixapand; nimûneyên xwînê jî di nav qutiyên çayê, pêlîstokan û bi awayekî veşartî li ser laşê xwe derbasî derveyî welat dikirin.
Rayedaran diyar kir ku ev qaçaxçîtî ji bilî binpêkirina yasayan, ji ber metirsiya belavkirina nexweşiyên vegirtî gefeke mezin li ser tenduristiya giştî jî dixwe. Li Çînê ji bo rêgirtina li nifûsa zêde, tespîtkirina zayenda korpeyê di zikê dayikê de ji sala 1989an vir ve qedexe ye. Tê gotin ku ev tora tawanan ji ber daxwazên malbatan ên ji bo diyarkirina zayendê û polîtîkayên nifûsê yên kevin derketiye holê, lê di heman demê de gumanên derbarê firotina daneyên genetîk ên gelê Çînê ji bo welatên biyanî jî li ser medyaya civakî bûne mijara nîqaşê.