Trump: Em naxwazin ser dîsa dest pê bike

Dîroka Weşanê :
Trump: Em naxwazin ser dîsa dest pê bike

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wî bi rêberên Ewropî re derbarê şerê Ukrayna-Rûsyayê de nîqaşên berfireh kiriye û got, "Em li ser garantiyên ewlehiyê dixebitin da ku pêşî li destpêkirina şer ji nû ve bigirin."

Serok Trump li Qesra Spî di bersiva pirsên rojnamevanan de got, "Me bi rêberên Ewropî re civînek pir baş kir ku di heman demê de şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de jî hate nîqaşkirin. Civînek dirêj bû. Tişt baş diçin, lê em dizanin ku ew pêvajoyek dijwar e."

Trump destnîşan kir ku wî bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re jî telefonek dirêj kiriye û got ku wî bi rêberên Almanya, Îtalya, NATO, Fînlandiya, Fransa, Keyaniya Yekbûyî, Polonya, Norwêc, Danîmarka û Hollandayê re têkiliyên "pir dirêj û pir baş" hebûn.

Trump tekez kir ku garantiyên ewlehiyê yên ku ji hêla Ukraynayê ve hatine xwestin bi hevkariya Ewropayê têne şekildan û got, "Ewropa wê beşek mezin a vê pêvajoyê be. Em li ser garantiyên ewlehiyê dixebitin da ku pêşî li destpêkirina şer ji nû ve bigirin. Em naxwazin şer ji nû ve dest pê bike."