PeyamaKurd – Li gorî agahiyan, Amerîkayê ji bo bidawîkirina şer "pêşnûmeya planê ku dikare dîplomasiyê xurt bike" ji Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re şandiye.
Daxuyaniyek nivîskî ji Ofîsa Serokatiya Ukraynayê diyar kir ku Amerîkayê ji Zelenskyy re planek şandiye ku dikare pêvajoya dîplomasiyê ji bo bidawîkirina Şerê Rûsya-Ukraynayê xurt bike.
Daxuyanî wiha dibêje, "Serokê Ukraynayê bi fermî pêşnûmeya planê ya ku ji hêla Amerîkayê ve hatî şandin wergirt. Aliyê Amerîkî dibêje ku ev plan dikare dîplomasiyê xurt bike."
Daxuyanî destnîşan kir ku Zelenskyy îro bi rayedarên Ukraynayê re civînek li dar xist da ku li ser planê nîqaş bike. Di daxuyaniyê de ev tişt hebûn:
"Serokê Ukraynayê prensîbên bingehîn ên ku ji bo gelê me girîng in destnîşan kir û piştî civîna îro, me li hev kir ku li ser bendên planê bixebitin da ku dawîyek bi rûmet a şer misoger bikin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Zelenskyy wê di rojên pêş de bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive da ku li ser vê mijarê nîqaş bike û wiha hat gotin:
"Ukrayna ji saniyeyên pêşîn ên dagirkirina Rûsyayê ve ji bo aştiyê hewl dide û piştgiriyê dide hemî pêşniyarên watedar ên ku dikarin aştiya rastîn nêzîk bikin. Ji destpêka salê ve, Ukrayna piştgiriyê dide pêşniyarên Serok Trump ji bo bidawîkirina xwînrijandinê. Em amade ne ku bi alîyê Amerîkî û hevalbendên xwe yên li Ewropa û li çaraliyê cîhanê re bi awayekî avaker bixebitin da ku aştî pêk were. Tê payîn ku Serokê Ukraynayê di rojên pêş de bi Serok Trump re derfetên dîplomatîk ên heyî û xalên bingehîn ên pêwîst ji bo aştîyê nîqaş bike."