PeyamaKurd- Wezareta Derve ya Çînê eşkere kir ku Wezîrê Derve Wang Yi wê dest bi geşta Rojhilata Navîn bike û biçe serdana Îmarat, Erebistana Siûdî û Urdinê.
Wezareta Derve ya Çînê îro îro 11ê Kanûnê ragihand, Wang Yi di navbera rojên 12 û 16ê Kanûnê de, geşta xwe dike û hate diyarkirin, armanca vê serdanê ew e ku Wezîrê Derve ligel hempîşeyên xwe bicive û li ser têkiliyên dualî, rewşa Rojhilata Navîn û mijarên hevbeş ên ku cihê girîngiyê ne, danûstandinan bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Gu Jiakun derbarê serdanê de got: "Çîn bi rêya vê serdanê, dixwaze baweriya siyasî ya hevbeş ligel wan sê welatan bihêztir bike."