PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Wezîrê Fransa yê ji bo Ewropa û Karûbarên Derve Jean-Noël Barrot sibe 27ê Çileyê li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan re dicive.
Li gorî zanyariyan, Sûriye yek ji mijarên rojevê yên herî girîng ên civîna di navbera Fidan û wezîrê fransî de ye.
Li gorî agahiyên medyaya Tirkiyê, wê Fîdan li ser piştevaniya bo şerê Şamê yê dijî HSDê û Rojavayê Kurdistanê israr bike.
Hêjayî gotinê ye, Parîs û Enqere di mijara rewşa Sûriyê de xwedî nêrînên cuda ne û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron 17ê Çileyê derbarê rewşa Sûrîyê de gotibû: “Şer bi yên ku di dema DAIŞê de li kêleka me şer kirin re nabe.”