PeyamaKurd- Siyasetmedarê Kurd Dr. Berhem Salih ku Komîserê Bilind ê Saziya Neteweyên Yekbûyî ya Penaberan (UNCHR) ye, li Vatîkanê bi Papayê Vatîkanê Papa Leo XIV re civiya.
Berhem Salih piştî hevdîtinê daxuyaniyek belav kir û kêfxweşiya xwe ya ji bo vê hevdîtinê anî ziman.
Berhem Salih ragihand ku hevdîtina Papa Leoyê 14an bo wî cihê şanaziyê ye û ji ber piştgiriya wî ya xurt a ji bo penaberan spasiyên xwe pêşkêşî wî kiriye.
Salih bal kişand ser rola manewî ya Papayê Vatîkanê û diyar kir ku ev serdana wî di demeke wiha de ye ku cîhan bi qeyranên mezin re rû bi rû ye.
Salih her wiha destnîşan kir ku rêberiya exlaqî û ruhanî ya Papayê Vatîkanê, bi xebatên wan ên ji bo parastina rûmeta mirovên ku ji ber şer û aloziyan neçar mane malên xwe biterikînin, bi kûrî li hev tê. Salih tekez kir ku di bin şert û mercên dijwar ên îro de, parastina maf û rûmeta koçberan erkeke mirovî ya sereke ye.