Serokê CHPê Ozel bang li Şam, HSD û Enqerê kir

Dîroka Weşanê :
Serokê CHPê Ozel bang li Şam, HSD û Enqerê kir

PeyamaKurd – Ozgur Ozel, ku serokatiya Civîna Lijneya Rêveberiyê ya li Ofîsa Namzetên Serokkomariyê (CAO) kir û dû re civîneke çapemeniyê li dar xist, li ser rewşa Helebê axivî.

Ozgur Ozel diyar kir ku ew pêşketinên li Sûriyeyê ji aliyê aramiya herêmî ve xemgîn dibîne û divê alî pabendî Peymana 10ê Adarê bibin. Ozel di derbarê rola Tirkiyeyê de got, "divê helwestek li gorî dîplomasiyê were girtin."

Wekî CHP, em yekparçeyiya xakê û aramiya Sûriyeyê diparêzin. Em girîngiyê didin pabendbûna bi Peymana 10ê Adarê. Em dixwazin ku alî bêyî pevçûn li ser maseyê bigihîjin rêkeftinekê. Em girîng dibînin ku li Sûriyeyê pergalek demokratîk were avakirin ku her bawerî û her nasname bikaribe di nav rêziknameyek destûrî de bi azadî bijî."

Serokê CHPê, banga xwe ya ji bo demokrasiyê di derbarê mijara ku Tirkiye divê çareser bike de dubare kir û got, "Divê Tirkiye helwestek li gorî danûstandin û dîplomasiyê bigire û ji bo çareseriyek bê pevçûn û parastina sivîlan destpêşxeriyê bike. Wekî din, divê ev rewş pêvajoya aştiya civakî xera neke. Divê gavên bilez ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd werin avêtin. Divê Tirkiyeyek ji terorîzmê dûr û demokratîk di zûtirîn demê de were avakirin."

Ozel herwiha got, "Wekî CHP, em yekparçeyiya xakê û aramiya Sûriyeyê diparêzin. Em girîngiyê didin pabendbûna bi Peymana 10ê Adarê. Em dixwazin ku alî li ser maseyê bêyî pevçûn bigihîjin rêkeftinekê."