PeyamaKurd- Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Anouar El Anouni, li ser biryara Îranê ya ku artêşên welatên YEyê wek "rêxistina terorê" pênase dike, daxuyanî da.
Anouni got: "Em xistina lîsteya terorê ya artêşên YEyê ji aliyê Îranê ve û tawanbarkirina wan bi terorîzmê red dikin."
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî ku Yekîtiya Ewropayê, Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê xist lîsteya rêxistinên terorê, Îranê jî wek bersiv artêşên welatên endamên YEyê wek "rêxistina terorê" pênase kir.
Nûnera Bilind a Peywendiyên Derve û Siyaseta Ewlekariyê ya YEyê Kaja Kallas, 29ê Çileyê ragihandibû ku wezîrên derve yên welatên endam biryara naskirina Supaya Pasdaran wek rêxistineke terorîst standine.
Rayedarên payebilind ên Îranê jî nerazîbûneke tund nîşan dan û Şêwirmendê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî gotibû, wê YE ji encamên vê biryarê berpirsiyar be. Serokê Parlemana Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî gotibû, li hember gava Ewropayê, wan jî artêşên hemû welatên Yekîtiya Ewropayê wek "terorîst" ragihandine.