Amerîka û Çînê dest bi danûstandinên bidawîkirina şerê bazirganî kir

PeyamaKurd- Piştî pêwendiya telefonê ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping de, şandên bilind ên her du welatan dest bi danûstandinên bidawîkirina şerê bazirganiyê kir.
Gera nû ya danûstandinên bazirganiyê di navbera du aboriyên herî mezin ên cîhanê de roja Duşemê 9ê Hezîranê li paytexta Brîtanya Londonê, dest pê kir.
Serokatiya şanda Çînê Alîkarê Serokwezîr He Lifeng û ya Amerîkî jî Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent û Wezîrê Bazirganiyê Howard Lutnick kirin.
Piştî roja yekem, Wezîrê Xezîneya DYAyê Scott Bessent ragihand ku danûstandin baş derbas bûne û Wezîrê Bazirganiyê Howard Lutnick jî danûstandin wekî "berhemdar" bi nav kir. Serokê Amerîkayê Trump jî di daxuyaniya xwe de got ku ew "Di mijara Çînê de baş dixebitin."
Li gorî daneyên gumrikê yên nû, hinardekirina Çînê bo DYAyê di meha Gulanê de, li gorî heman meha sala borî, ji sedî 35 kêm bûye. Hinardekirina Çînê bo DYAyê jî di gulana sala borî de 44 milyar dolar bû, lê di heman dema îsal de ev hinarde li ser asta 28,8 milyar dolaran maye.
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




