Serok Barzanî: “Kerîm Şengalî jiyana xwe da doza rewa ya Kurdistanê”

Serok Barzanî: “Kerîm Şengalî jiyana xwe da doza rewa ya Kurdistanê”

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema koça dawiyê ya siyasetmedarê Kurd Kerîm Şengalî peyama sersaxiyê belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de got:

“Em bi koça dawiyê ya endamê kevin yê Mekteb Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê, bi koça Kerîm Şengalî gelek xemgîn bûn.

Rehmetî Kerîm Şengalî ji yek kadroyên herî bi qabîliyet yê Partiya Demokrata Kurdistanê û Bizava Rizgariya Kurdistanê bû. Di destpêka Şoreşa Gulanê de fermandarekî aktif bû. Di wexta têkoşîna di çiya de û piştî raperînê wezîfên xwe yên di meqaman de yên siyasî, îdarî û dîplomatîk bi şiklekî herî baş bicîh anî.”

Serok Barzanî got ku Kerîm Şengalî Pêşmergê rêbaza Barzanî û Kurdîtiyê bû û weha dewam kir:

“Ji bo min, ew rêhevalekî nêz û dosteki baş yê têkoşînê bû. Jiyana xwe bo doza rewa ya Kurdistanê û bo xelkê Kurdistanê bigihê hedefên xwe yên berz, bexşand.

Kerîm Şengalî di sala 1950an de li devera Şengalê hatibû dinyayê, yek ji rêvebir û xebatkarê ewilî yê Qiyada Muqaqet yê PDKê (1978) bû. Ew di 75 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.