Serok Barzanî: Kerîm Şengalî mirovê demên dijwar bû

PeyamaKurd – Serok Barzanî di merasîma pêşwazîkirina cenazeyê siyasetmedarê Kurd Kerîm Şengalî de gotarek pêşkêş kir û têkoşîna wî ya ji bo doza Kurdistanê bi bîr anî.
Serok Barzanî, di gotara xwe de got ku Kerîm Şengalî di ciwaniya xwe de, dema xwendekarê Fakulteya Hiqûqê ya Bexdayê bû, endamekî çalak ê Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Piştî mezûnbûnê, wî çavdêrîya pêvajoya şehîdên Şoreşa Îlonê kir.
Serok Mesûd Barzanî diyar kir: “Ez şahidê têkoşîn, dilsozî û wefaya wî me.”
Gotara Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan,
Axaftina di rojeke weha de pir zehmet e, ji ber ku me birayekî ezîz û hevalekî nêzîk ji dest da. Kerîm Şengalî di malbateke neteweperwer a Kurdan de mezin bû. Dema ku li Bexdayê xwendekar bû, bi awayekî çalak di nav PDKyê de cih girt. Piştî Peymana 11ê Adarê, her çend ciwan bû jî, wî bi serfirazî çavdêriya şehîdên Şoreşa Îlonê kir. Di demên dijwar de, wî bi wêrekî berpirsiyariyên xwe bi cih anîn. Ez şahidê qedir û dilsoziya wî me.
Ez sersaxiyê ji malbata wî, ji xwe û ji hemû gelê Kurd re dixwazim. Bi hêviya ku cihê wî bihuşt be û ev milet her tim kurên wek Kerîm ên dilsoz dê derxe. Xwedê Kurdistanê biparêze û serfiraz bike.
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.




