Helîkopterekî ket û 4 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Dağistanê helîkopterekî ket û di encamê de 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Dağistan girêdayê Rûsyayê ye û herêmekî otonom e. Wezareta rewşa lezgîn ya Rûsyayê di daxwuyaniya xwe de got ku helîkoptera tîpa "Ka-226" li jîngeha Açisu ketiye ser xaniyekî û piştî ketina helîkopterê agir pêketiye.
Hat gotin ku helikopter xebatkarên fabrika Kizlyar Elektromekanikê dibir û sedema ketina helîkopterê ji ber ariza teknîkî bûye.
Serokê komara Dağistanê ya otonom Sergey Melikov, di ser kanala Telegramê de gotiye ku li ciyê bûyerê xebat dewam dikin û li gor zanîna niha; 4 kes li ciyê bûyerê mirine û 3 kesên birîndar birine nexweşxanê.
Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.