Amerîka ji Şamê re: Daxwazên me neguherîne, çav li ser Sûriyê ne

Amerîka ji Şamê re: Daxwazên me neguherîne, çav li ser Sûriyê ne

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku di daxwazên xwe yên li hember hikûmeta Sûriyê de ti guhertinek çênebûye.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce di hevpeyvîna xwe de ji rudawê re gotiye ku ew ji pirsgirêkên ku rêveberiya Şamê pê re rû bi rû ye haydar in û daxwaz bi zelalî li ser maseyê ne.

Bruce got, "Em eşkere ne ku em ji wan dijwarîyên ku hikûmeta Sûrîyê pê re rû bi rû ye haydar in, û em ê bibînin ku gavên berbiçav ji bo bicihanîna daxwazên Serok ji bo avakirina Sûrîyeke aram û ewle têne avêtin."

"Em hêvî dikin ku hilbijartin bi zelalî birêve biçin"

Bruce tekez kir ku daxwazên Amerîkayê ji bo hikûmeta nû ya Sûriyeyê jî derbas dibin û ev daxuyanî da:

"Daxwazên me neguherîne. Em li bendê ne ku di derbarê pêvajoya hilbijartinê û çawaniya birêvebirina wê de şefafiyet hebe. Em vê pêvajoyê bi baldarî dişopînin."

Piştî şerê navxweyî yê ku di sala 2011an de dest pê kir, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gelek ceza li ser rejîma Esed li Sûriyeyê ferz kirin. Rêveberiya Washingtonê ji Şamê dixwaze ku ji bo rakirina van sizayan gelek şertan bicîh bîne.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê daxwaz dike ku hikûmeta Sûriyeyê pêşî bi temamî bernameya xwe ya çekên kîmyewî rawestîne. Herwiha tê çaverêkirin ku komên çekdar ên Filistînî yên ku ji aliyê Îranê ve têne piştgirîkirin ji axa Sûriyeyê werin derxistin, di têkoşîna li dijî terorê de bi DYA re hevkariyek rasterast û zelal were danîn, li ser çarenûsa welatiyên Amerîkî yên ku li Sûriyeyê wenda bûne agahî werin dayîn û di vî warî de gavên berbiçav werin avêtin.

Ji bilî van hemû daxwazan, rêveberiya Washingtonê di çarçoveya pêvajoya veguheztina siyasî de ji bo avahiyek demokratîk û berfireh gavên zelal û girêdayî jî dixwaze.

 
 
Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.