Xeze: 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn

Xeze: 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên kanala El-Erebiyeyê, vekişîna leşkerî ya Îsraîlê li rojhilat û başûrê Xezeyê berdewam e.

Di encama teqîna avahiyeke bombebarkirî de li Xan Yûnisa Xezeyê de, 4 leşkerên Îsraîlî hatin kuştin.

Herweha, îro 06.06.2025, 11 leşkerên din birîndar bûne, ku birîna yekî ji wan xedar e. Hat diyarkirin ku hatiye hewldan ku ji birîndaran yek bê revandin, lê bi ser neket.

Hêzên Îsraîlî bi piştgiriya hêzên esmanî ber bi başûrê Xan Yûnisê ve bi pêş ketine.

Ji 18ê Adarê ve, agirbesta 2 mehî ya di navbera Îsraîl û Hemasê de hilweşiya. Îsraîl ji 17ê Gulanê ve operasyonên xwe li Xezeyê zêde kirine, bi armanca azadkirina rehînên mayî, kontrolkirina Xezeyê û têkbirina Hemasê.

 

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.