Amerîkayê banga diyaloga bilez li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir

Amerîkayê banga diyaloga bilez li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Pêncşemê ragihand ku rêkeftinên vê dawiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şirketên Amerîkî re ji bo bipêşxistina hilberîna gaza xwezayî gaveke girîng e ji bo çareserkirina nehevsengiya demdirêj a di sektora enerjiyê ya li Herêma Kurdistanê.

Wezareta Karên Derve bang li Bexda û Hewlêrê kir ku ji bo lezandina pêkanîna projeyan û zêdekirina serxwebûna enerjiyê bi lez û bez hevahengiyê bikin.

Wezereta Karên Derve ya Amerîkayê got:

”Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bawer dikin ku serxwebûna enerjiyê ya li Herêma Kurdistanê û Iraq'ê dê bibe sedema îstîqrara siyasî ya mezintir.”

Karbidestekî Wezareta Derve li Washingtonê ji Şefaq Newsê re diyar kir,

“Peymanên dawî yên ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi şirketên Amerîkî re îmze kirine da ku hilberîna gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê berfireh bikin, piştgiriyê didin vê armancê.”

Wî di berdewamê de anî zimên ku “Ev proje çi li herêmê bin çi li deverên din ên Iraqê bin, di berjewendiya hemû kesî de ne, bi taybetî jî ji ber krîza elektrîkê ya berdewam.”

Ew pê de çû ku “Ew Bexda û Hewlêrê teşwîq dikin ku bi hev re bixebitin da ku hilberîna gazê di dema herî zû de dest pê bike.”

Peymanên herî dawî bi şirketên Amerîkî re di demekê de tên ku Iraq hewl dide hilberîna enerjiya navxweyî bi kêmkirina girêdayîbûna xwe bi hawîrdekirinê, bi taybetî ji Îranê, zêde bike.

Ev rêkeftin her weha li gorî planên berfirehtir ên Herêma Kurdistanê ne ji bo çareserkirina kêmbûna kronîk a elektrîkê û berfirehkirina karanîna gaza xwezayî di pîşesaziyê de.

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.