Artêşa Îsraîlê bi balafiran li rafahê xist û Hamas teslîmata cesedên esîran rawestand
PeyamaKurd – Di wexta Hamasê li cesedên Îsraîliyên dîl digeriyan da wan teslîmê Îsraîlê bikin, artêşa Îsraîlê bi balafiran li bajarê Rafahê yê Xezzayê xist.
Li ser êrîşê Hamasê ragihand ku ku teslimata cesedên dîlan rawestandine. Hamasê cesedê esîrekî Îsraîlê dîbû lê ji ber êrîşan teslîmatê da rawestand.
Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Izzedin el Qassamê ragihand ku wan cesedê esîrekî Îsraîlê di tunelan de peyda kiriye û ji bin enqazê derxistine.
Di daxwuyaniya Hamasê de an Tûgayan de hat gotin ku bi sedema êrîşên Îsraîlê lêgerîna cesedên dîlên Îsraîlê û derxistina ji bin erdê dê dereng bikevin û teslîma wan jî dê dereng bikeve.
Di daxwuyaniya ofîsa serokwezîrtiya Îsraîlê de hat gotin ku bi sedema Hamasê agirbesê îhlal kiriye, Netenyahu di encama şêwrê de biryara êrîşên ser Xezzayê daye.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.