Amerîka sîlih û İHAyan şand baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê

Amerîka sîlih û İHAyan şand baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Artêşa Amerîkayê di vê hefta dawiyê de di rêya bejayiyê û hewayê de leşker û alavên leşkerî şand baregehên xwe yên li Rojava. Li gor çavkaniyan; bi balafirên kargoyê ekipman û alavên leşkerî yên nûh şandiye Rojavayê Kurdistanê baregehên li parêzgeha Hasekiyê.

Di 24 û 27ê Cotmehê de 3 balafirên kargoyê yên artêşa Amerîkayê daketine baregeha li Rimêlanê. Di 27ê mehê de balafira kargoyê ku xwe danî balafirgehê, tê de cîhazên danûsitendinê (komunikasyon) û İHA hebûne.

3 roj di şûnde, di 2 balafirên ku çûne Rojava de 22 leşker û cîhazên teknîkî hebûne ku di nav cîhazan de li ser peykê tesbîta ciyê ku lêne dikin û weka erdnîgarî dikarin lêgerînên sehayên yên bixwazin bikin.

Di hefta dawiyê de, di deriyê sînorê Iraqê El-Welîd de 27 erebe konwoya tije alavên lojîstîk, çûye baregeha gundê li Qesrikê yê bajarê Haseke.

Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.