Wezîrên Bergiriyê yên Rûsya û Sûriye bo hevkariya wexta kurt hevdîtin kirin

Wezîrên Bergiriyê yên Rûsya û Sûriye bo hevkariya wexta kurt hevdîtin kirin

PeyamaKurd – Wezîrê bergiryê yê Rûsyayê Andrey Belousov û wezîrê bergiriya Sûriyê Murhef Ebu Kasra, li Moskovayê civiyan û li ser hevkariya duqolî axifîn.

Belousov, di destpêka hevdîtinê de daxwuyanî da û got ku ew dilxweşe li Moskovayê pêşwaziya Kasra dike û weha dewam kir:

“Ev nîşan dide ku têkiliyên navbera lîderên me û wezîrên me, vatedarin, berhemdarin û hêviyan didin.”

Belousov ragihand ku berê serokê Sûriyê Ahmed Şar’a û serokê Rûsyayê Putin li Moskovayê hatibûn cem hev û kir ku niha em wezîrên bergiriyê niha werin cem hev.

Wezîrê Sûriyê Kasra, ji ber eleqeya ku li Moskovayê nîşan danê, sipasiya wezîrê Rûs kir û got ku divê têkiliyên her dû aliyan pêşde herin.

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.