Artêşa Îsraîlê İHA ya ku ji Rojhilat de dihat, xist

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku balafirekî İHAyê ji aliyê Rojhilat de avêtine Îsraîlê û ji aliyê artêşê de hatiye xistin. Hat ragihandin ku İHAyê ji Yemenê şandine Îsraîlê û li ser sînorê Misrê xistine.
Di demên dawiyê de Hûsiyên Yemenê êrîşên xwe yên ser Îsraîlê zêdetir kirine. Di dema avêtina İHAyê de sîrenên hawarê aktîf bûne û İHAyê xistine.
Kanala TVyê ya Israel Hayom û Kanal 12 jî di weşana xwe de çavkaniyên xwe birin ser artêşê û bûyerê piştrast kirin.
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.




