Sûriye | Li Hums û Helebê bihayê elektrîkê hate protesto kirin
PeyamaKurd- Li bajarên Heleb û Humsê yên Sûriyê ku di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de ne, li dijî biryara bilindkirina bihayê elektrîkê, rewşa debarê û nebûna xizmetguzariyê xwepêşandan hatin lidarxistin.
Li bajarokê Hesya û taxên bajarê Humsê bi dehan kes daketin qadan û banga başkirina rewşa aborîyê kirin. Xwepêşanderan pankartên wekî; "Em fatoreyan nadin....û şoreş wê vegere" hildan.
Li bajarê Helebê jî xelkê taxa Şêx Seîd û taxên derdorê ji bo qirêjiya hewayê ya ji ber kargehên qurşînê û şewitandina çopê protesto kir û daxwaza girtina van kargehan yan jî veguhastina wan a dûrî avahiyên niştecihan kir.
Hêjayî gotinê ye, 31'ê Cotmehê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê biryara bilindkirina bihayê elektrîkê da û ji wê demê ve gelek bertekên nerazîbûnê li dijî vê biryarê têne nîşandan.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.