Wezîrê Tirkiyê Yerlikaya bi wezîra hemkara xwe bi ya Brîtanî re axifî
PeyamaKurd – Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Ali Yerlikaya bi wezîra karên navxwe ya Îngîltere bi Shabana Mahmood re li ser xwurtkirina hevkariyê, di rêya telefonê de axifî. Di axaftinê de li ser mijara xwurtkirina hevkariya navbera her dû wezaretan bûn hemfikir. Ali Yerlikaya di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand:
“Me di rêya telefonê de bi wezîra Brîtanya bi rêzdar Shabana Mahmood re axaftinekî kir. Bi rêzdar hemkara min re ji bo têkiliyên xwe û hevkariya xwe xwurt bikin, me dan û sitendinên ramanî kir.
Ev nivîs 17 car hatiye xwendin.