Balyozê DYAyê yê ji Sûriyê berpirs Barrack, bi Netenyahu re axifî

PeyamaKurd – Balyozê DYAyê yê Ankara û hem nûnerê DYAyê yê ji Sûriyê berpirs Tom Barrack, bi serokwezîrê Îsraîlê bi Benyamin Netenyahu re hevdîtin kir, di hevdîtinê de li ser bûyerên herêmê û pêşdeçûnên li Sûriyê axifî. Barrack, rola Amerîkayê ya bo pêvajoyên demkî yên Sûriyê nirxand.
Barrack, di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Xê de ragihand ku li bajarê Qudsê bi Benyamin Netenyahu re hevdîtin kiriye. Di parvekirina Barrack ya piştî hevdîtinê de hat gotin:
“Serok Trump dibêje ku Îsraîl jî di nav de, terefên sêyem yên ku cîranê xwe tehdîd dike, dewlet, an di derveyê dewletê de wê ti aktor nikaribin Sûriyê wekî platformê bikarbînin û Sûriyekî weha qebûl dike.”
Barrack, di 30yê Gulanê de, di TV ya Sûriye de hevpeyvîn kiribû û tê de behsa pêvajoya muzakereyên navbera Sûriyê û Îsraîlê kiribû. Balyoz Barrack gotibû:
“Pêwendiyên navbera Îsraîlê û Amerîkayê ne li ser esasê dînî lê li ser bingeha stratejîk û ewlehiyêne. Rola Amerîkayê di vir de tenê destpêkirina diyalogêye. Em li vê derê aştiyê dixwazin.”
Barrack, ragihandibû ku pêngava yekem ya navbera Îsraîlê Sûriyê dibe ku ew be, peymana êrîşê hev nekin çêbibe û peymanên sînor çêbikin.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




