Biden ji bo bûyerên 1915an cardin peyva ‘qirkirin’ bi kar anî

Biden ji bo bûyerên 1915an cardin peyva ‘qirkirin’ bi kar anî

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, îro 24ê Nîsanê di salvegera bûyerên 1915an de Ermenên di dema Osmaniyan de hatine komkujkirin bibîr anî û tevî nerazîbûnên Tirkiyê jî cardin peyva ‘qirqirin’ bi kar anî.

Biden got, "Em îro rêzê li jiyanên di Meds Yeghern (Qira Ermenan) de hatine windakirin digirin û soza jibîrnekirinê dubare dikin.”

Biden bal kişandiye ser ku rayedarên Osmaniyan 24ê Nîsana sala 1915an helmetek li dijî Ermenan dane destpêkirin û nêzî yek milyon û nîv ermen hatine qetilkirin û sirgunkirin..

Biden got, dê Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) di parastina mafên mirovan û bilindkirina dengê xwe li hember bêtehemuliyê de berdewam be.