Dadgeriyê biryara girtina xwediyê Halk TVyê ya Cafer Mahiroğlu da

PeyamaKurd – Dadgeriya Sulh Cezayê ya nobedar ya Îstenbolê, bi sedema di derbarê wî de lêpirsîn heye, serokê rêxistina sûcaye û li serê îfadên Aziz İhsan Aktaş heye, di lêkolînan de tesbît kirine ku xwediyê Halk TV yê Cafer Mahiroğlu di pêvajoya îhaleyan de mudaxeleyî îhaleyan kiriye û niha li derveyê Tirkiyê ye, di derbarê wî de biryara girtinê da.
Di nav grûba navborî de, şaredarê navça Beşiktaşê Rıza Akpolat jî heye, sûcên ku ber bi wan ve didin, bertîlê dane şaredaran, pêvajoya îhalan birêve birine û di pêvajoya dadgehê de ev pêşdeçûnekî nû ye.
Hatiye tesbîtkirin ku xwediyê Halk TV yê Cafer Mahiroğlu derketiye derveyê welat û di mijara wî de serdozgeriya Îstenbolê gotiye:
“ Di dosya serdozgeriya me de, di dosya jimare 2024/236201 de, bi sûcdarkirina Ali İhsan Aktaş û li gor beyana wî; di dosyayê de avakirina rêxistina sûc, birêvebirina rêxistinê, xistina fesadiyê ya nava îhaleyan, dana bertîlê, sipîkirina pere, muhalefeta li dijî qanûna bacê heye.
Di vê çarçovê de ji ber gumanbar Cafer Mahiroğlu mudaxeleyê pêvajoya îhalê kiriye û hîle xistiye nav îhaleyê û hat tesbîtkirin ku li derveyê welate, di derbarê wî de biryara girtinê hatiye dayîn.”
Cafer Mahiroğlı di dinya karsazan û sektora medya de tê naskirin, di sala 1966an de li navça Gürünê ya bi ser Sêwasê de hatiye dinyayê, di xortaniya xwe de çûye Îngîltere, di seha tekstil, e-ticaret û medya de veberhênanên mezin kiriye û di heman demê de xwediyê Halk TV ye.
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.




