Di navbera Tehran û Pyongyangê hewla xurtkirina pêwendiyên aborî

Di navbera Tehran û Pyongyangê hewla xurtkirina pêwendiyên aborî

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku şandeya Karên Aboriya Derve ya Koreya Bakur a bi serokatiya Wezîrê Aboriya Derve yê Koreya Bakur Yoon Jeong-ho serdana Îranê kirine.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur ve hat dayîn de hat gotin ku “Şandeya Karên Aborî ya Derve ya bi serokatiya rêheval Yoon Jeong-ho, di 23ê Avrêlê de ji bo serdana Îranê bi frokeyê ji Pyongyangê ber bi Tehranê ve çûye.”

Di daxuyaniyê de di derbarê bername û armancên serdanê de ti agahî nehatin dayîn.

Ajansa nûçeyan a Koreya Başûr YONHAPê diyar kir ku dibe ku ev serdan bi armanca xurtkirina pêwendiyên leşkerî yên hevpar ên di navbera her du welatan de hatibe kirin.

Weke tê zanîn rêvebirên Koreya Bakur herî dawî di 2019an de serdana Îranê kiribûn.