El Ereb: Wê Sûdanî baca birîna mûçeyên Herêma Kurdistanê bide

PeyamaKurd- Rojnameya El-Ereb ragihand ku biryara birîna mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hejmara aliyên ku piştgirî didin ji nû ve hilbijartina Mihemed Şîa Sûdanî wek serokwezîrê Iraqê kêm kiriye.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku serdana Sûdanî ya parêzgeha Enbarê ya roja Duşemê 9ê Hezîranê ji bo bidestxistina piştgiriya Erebên Sunnî bû da ku piştî hilbijartinên parlamentoyê yên bê, ji nû ve wek serokwezîr piştevaniya wî bikin.
Rojnameyê bi zarê çend çavkaniyên siyasî yên li Bexdayê daye xuyakirin, hêzên şîe yên desthilatdar bi zorê biryara birîna mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê li ser hikûmeta federal sepandine û hatiye diyarkirin, ger ev nekira Sûdanî di vê demê de piştevaniya xwe ji bo derxistina biryareke wiha nedikir, bi taybet jî dizane ku piştî hilbijartinan jî pêwîstiya wî bi piştgiriyê heye ji bo bikare ji nû ve bibe Serokwezîrê Iraqê.
Rojnameyê daye zanîn, biryara birîna mûçeyên fermanberên Kurdistanê, berevajî siyaseta berê ya Sûdanî ye, ku ew jî razîkirina pêkhateyan ji bo wî pêwîste, lê "wek cezakirineke giştî ya hemû rûniştvanên Herêma Kurdistanê ye."
Herwiha hate bibîrxistin: "Ev biryar dê bandoreke mezin li ser têkiliyên di navbera hikûmeta Sûdanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bike, ku bi giranî ji hêla Partiya Demokrat a Kurdistanê ve tê rêvebirin."
Dîsa rojnameyê daye zanîn, aliyên ku dê herî zêde ji vê biryarê sûdê werbigirin, partî û kesayetên ku bi Sûdanî re ji bo peywira serokwezîrtiyê pêşbaziyê dikin in, ji ber ku bi vê biryarê, ew ê rê li ber gihîştina gera duyemîn a serokatiya Civata Wezîran a Iraqê bigirin.
Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.




